Minbic-Desteya Jin a Rêveberiya Xweser semînereke diyalogê li dar dixe

Li Minbicê Desteya Jin a Rêveberiya Xweser û Dezgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê semînerkek di bin dirûşma “Rastiya çapemeniyê û Rola Jinê di Guhertina Şêwirmendiya Civakê” de li dar xistin.

Semîner li salona Meclîsa Rêveber a Minbicê hate li dar xistin.

Bi dehan sazî û Komîteyên jinan beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de Endama Yekitiya Ragihandina Jinan Sîlva El-Îbrahîm di mijara yekemîn de bal kişand ser rola rojnamegeriya jin di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û têkoşîna wan a ji bo gihandina dengê jinan ji hemû cîhanê re.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Sîham Hamo xala duyemîn a ku mijara wê “Jin û Rêveberî” nîqaş kir.

Semîner wê bi xwendina xalên qanûna ragihandinê bi dawî bibe.

Back to top button