Nobeta Azadî ji Rêber Apo re di hefteya 547’an de ji aliyê aktîvîstên ji Mannheîmê ve hate devirgirtin.
Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Apo û şikandina tecrîdê, 547 hefte ne berdewam e.
Vê hefteyê jî komeke ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê nobet dewir girtin.
Mahmût Kasem li ser navê komê axivî û got: ‘Derkete holê ku CPT’yê bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye.
Em vê rewşê û bêdengiya CPT û cîhanê şermezar dikin.
Heta Serok Apo azad nebe wê ev nobet berdewam bibe.”
Kerîm Tuzun jî bombebarana dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şermezar kir.