Fermandariya YPJ’ê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir

Şervana YPJ’ê Nûpel di nava şoreşê de bû xwedî kesayeteke pêşeng û li têkoşîna xwe dewam kir.
Fermandariya YPJ`ê ragihand ku şervana wan Sena Elî (Nûpel Têkoşer Dêrik) di êrişa dewleta Tirk a dagirker de di 7`ê Sibatê de şehîd bûye.

Jina berxwedêr Sena Elî bi nasnav Nûpel Têkoşer Dêrik.

Di sala 1999’an de li bajarê Dêrîkê ji dayik bûye.

Nûpel di nava malbateke welatparêz de mezin dibe:

Di sala 2018’an de tevlî nava refên YPJ’ dibe.

Weke jineke ciwan di nava şert û mercên şoreşê de kesayata xwe ava kir û di nava şoreşê de bû xwedî kesayeteke pêşeng.

Şehîd Nûpel di demeke kurt de hem di warê bîrdozî hem jî di warê leşkerî de xwe pêş xist.

Bi kesayata xwe ye jîr û jêhatî jî her kêliya jiyana şoreşgerî bi wate jiyan kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku şervana wan Nûpel di 18’ê Çileya 2023’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Eyn Îsayê birînda bibû.

Piştra di 7`ê Sibatê de şehîd bûye.

YPJ’ê soza tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Nûpel Tekoşer Dêrik
Nav û Paşnav: Sena Elî
Navê Dayik: Taybet
Navê Bav: Ebdillah
Cih û Dîroka Şahadetê: 07.02.2023-Hesekê.

Back to top button