Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyên cûda 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Ocalan pîroz kirin.
KCK’ê bang li gelê kurd û hêzên demokrasiyê kir ku di 4’ê Nîsanê de tecrîdê hilweşînin, têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Ocalan daxuyaniyek da.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li hemû gelê Kurd, li gelên Rojhilata Navîn û li mirovayetiyê pîroz dikin.
Ji dayîkbûna Rêber Apo bûye sedem ku gelê Kurd çavê xwe li cîhanê veke.
Rojbûna Rêber Apo gelê Kurd li Rojhilata Navîn kiriye hêza demokratîk a herî bingehîn û tê wateya vejîna nirxên li Rojhilata Navîn.
Rojbûna Rêber Apo bûye vejîna jinan.
Rêber Apo di jiyana xwe de ji bo civakan jiyaye.
Rêber Apo dîroka Kurdan û dîroka Rojhilata Navîn guherandiye.
Vê jiyan û felsefeya Rêber Apo Kurd rakiriye ser lingan û kiriye gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike.
Di rojbûna Rêber Apo de berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê geştir bûye û ev têkoşîn zêdetir dibe.
Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku di 4’ê Nîsanê de tecrîdê hilweşînin, têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin û berpirsyariya xwe ya li hemberî Rêber Apo bi cih bînin.
MECLÎSA ŞENGALÊ:ROJBÛNA RÊBER APO VEJÎNA JIYANEKE AZAD A GELAN E
Her wiha Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da û ev tişt got;
Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyaneke azad a gelan e.
Ji ber civak careke din bi fikir û felsefeya Ocalan rabûye ser piya, xwe nas kiriye û bûye xwedî îrada mîsogerkirî.
Bi fikirê Rêber Apo jinê Êzidî zincîrê koletiyê qetandin, ber bi azadiya xwe û avakirina civaka wekhev û demokiratşk beziyan.
Nasname û hebûna xwe xwedî derketin. Evîna jiyana azad bû hedef û armancê wan.
Em wê sozê didin Rêber Apo ku Êzidxaneke xweser û demokratk weke ku ew dixwaze ava bikin.
Em bi serfirazî têde jiyan bikin.”