Şandeyek ji Rêveberiya Xweser li Viyanayê bi şandeyek Avusturyayê re civiya.
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana Avusturyayê kir.
Şande ji hevserokê daîreya têkiliyên derve ya rêveberiyê Bedran Çiya Kurd
Û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer pêk dihat.
Şande bi parlamenterê Avusturya Harald Trox û endamê parlementerê herêmê Ceber Haco re civiya.
Civîn li avahiya Parlamentoya Avusturya ya li paytext Viyanayê hat lidarixstin.
Di civînê de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin.
Her wiha behsa dosyaya çeteyên DAIŞ’ê û mabatên wan yên di kampên li herêmê de hat kirin.
Û pêwîstiya dadgehkirina wan ji bo pêkanîna edaletê hat kirin.
Şandeya Avusturî jî piştrast kir ku ew rewşa Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin.
Û dixwazin hevkarî û peywendiyan li gel Rêveberiya Xweser pêşbixin.