Rêxistinên civakî yên Efrînê ji bo 1’ê Îlonê daxuyaniyek dan

Bi boneya 1’ê Îlonê “Roja Aştiyê ya Cîhanê” Rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li NY’yê û rêxistinên mirovî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê rawestînin û banga vegera tevahî koçberan a warên xwe kir.

Bi dehan endamên rêxistin, yekitî û saziyên sivîl li Kampa Serdemê bi daxuyaniyekê anîn ziman ku bi ketina alozî û tundiya li Sûriyê sala xwe sala 10’an, azarên şêniyan zêdetir dibin.

Di dauyaniyê de diyar kirin ku dewleta Tirk bi ferzkirine tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan, şehîdên xwedî nêrîn derdikevin, mînakê wê jî şehadeta parêzer Ebru Tîmtîk e.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û sûcên ku dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrîn û yên herêmên dagirkirine, rawestînin.

Her weha tevahî koçber vegerînin malên xwe.

Back to top button