Xelkê Siwêdayê: Heta pêkanîna armancên xwe em ê li qadan bin

Xwepêşandanên Siwêdayê bi biryardarî didome.
Rojane gel li qada El Kerama kom dibin û banga azadiya xwe dikin.
Xwepêşandêran teqez kirin dê heya pêkanîna daxwazên xwe li qadan bin.

Xwepêşandanên Siwêdayê di roja 27’an de didome

Xelkên Siwêdayê ji bo sûryeke nenavendî, demokratîk, ki gor biryara 2254 a NY xweser bijîn û xwe rêve bibin li qadanin.

Lê hikûmeta şamê heta niha bersiv nedayê daxwazên xwepêşandaran û di zêhniyeta xwe desthilatdar a berê de israr dike.

Doh careke din xwepêşandêrên Siwêdayê li qada El Kerama kom dibin û banga azadiy kirin.

Xwepêşandêran daxuyaniyek dan û gotin:

“Wê heta dûrxistina Esed, pêkanîna biryara 2254’an, aktîvkirina biryara 2118’an, girêdana bi yekîtiya xaka Sûriyê ve, ev xwepêşandanên me dewam bikin.

Divê girtiyên me yên siyasî bên berdan, kesên çarenûsa wan ne diyar werin eşkerekirin

Divê Komkara Ereban, NY, rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî li hember xelkên sweydayê erka xwe bi cih bînin.”

Jinên Hesekê: Em piştgirî didin şoreşa bi pêşengiya jinan

Jinên Hesekê jî piştgirî dan xwepêşandanên Siwêdayê.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî jina kurd ku ji şoreşa Baku û Rojhilatê Sûrî re pêşengtî kir îro ji hemû jinên cîhanê re bûye hêvî.

Xalîde Botî diyar kir ku ew weke jinên Hesekê li gel jinên Siwêdayê ne.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Cumene Ubêd jî piştgiriya jinên swêdayê kir û got:

“Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel jinên Siwêdayê ne.

Ji bo jin destkeftiyên xwe biparêzin divê bibin yek.

​​​​​​​Ji Hesekê heta Siwêdayê, em piştgirî didin şoreşa bi pêşengiya jinan

Em ê bi hemû jinên azadîxwaz re bibin yek ku li hember pergalên kapîtalîst li ber xwe didin û banga azadiya xwe dikin.”

Back to top button