Almnaya, îro dest bi darizandina çeteyekî DAIŞ’ê ku tiliya wî di qirkirina Êzidiyan de hebû, kir.
Ev çete, sûcên dij-mirovî, şer û qaçaxiya mirovan jî kiriye û îro li pêşberî dadgeha bilind a Frankfurtê disekine.
Tê zanîn, ev çete Iraqî ye û navê wî Taha ye.
Almanya jî wê vî çeteyî bi tawana kuştina zarokeke Êzidî dadgeh bike.
2015’an çete Taha, dayîk û keça wê kirîn û li ser destê wî hatin êşkencekirin.
Sala 2019’an jî li Yûnanistanê hat girtin û paşê ew radestî Almanyayê kirin.