Dr. Kamuran Berwarî: Serkeftina partiyan bi serkeftina PKK’ê ve girêdayî ye

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirkî ya dagirker roj bi roj pirtir dibin. Dr. Kamuran Berwarî anî ziman ku serkeftina hemû partiyên Kurdî, bi serkeftina Tevgera Azadiyê ve girêdayî ye. Parlamenter Xalib Mihemed jî got ku tevî sîxuriya PDK’ê, dagirkerî dê ti carî bi ser nekeve.

Dewleta Tirk ji 24 Nîsanê ve li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi armanca qirkirina Kurdan, êrîşên dagirkirinê pêk tîne.

Li dijî van êrîşan, asta nerazîbûnan roj bi roj bilindtir dibe.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamuran Berwarî da xuyakirin ku serkeftina hemû partiyên Kurdî, bi serkeftina KNK’ê û Tevgera Rizgarîxwaz ve girêdayî ye.

Dr. Kamuran Berwarî got ku KNK’ê weke saziyeke neteweyî biryar daye ku hin pêngavan ji bo pêkanîna yek armanc û yek stratejiya Kurdî biavêje.

Berwarî anî ziman ku heya îro ti bandora PDK’ê li parçeyên din ên Kurdistanê tune ye û got ku eger tev li Tevgera Rizgarîxwaz bibe, dikare rolekê bilîze.

Jixwe piştî derketina encamnameya konferansa KNK’ê ya 15 Gulanê, tê payîn ya dawî di rojên pêş de ji bo pêkanîna yekdengiya Kurdan li dijî dagirkeriyê, li gel partî, rêxistin û kesayetên Başûrê Kurdistanê bicive.

Xalib Mihemed: Tevî hevkarî û sîxuriya PDK’ê, Tirkiye dê ti carî bi ser nekeve

Parlamenterê Iraqê Dr. Xalib Mihemed jî destnîşan kir ku Tirkiye ji bo qirkirina Kurdan, hemû rêyên xirab bi kar tîne.. herî dawî jî kîmyewî li dijî şervanên azadiyê bi kar aniye û got:

“Dewleta Tirkî tevî hevkarî û sîxuriya PDK’ê jî, ti carî dê bi ser nekeve.”

Şêniyên Keftî: Divê ji bo piştgirîdana gerîla gel dakeve qadan

Di çarçoveyê de, şêniyên bajarokê Kifrîyê yê herêma Germiyanê bêdengî, bêhelwestiya parlamen û hin partiyan ya li hember dagirkeriyê şermezar kirin.

Şêniyan bang li gel kir ku li hêviya parlamena ku bûye hevkara dagirkeriyê, nemîne û ji bo piştgirîdana gerîla, dakeve qadan.

Şêniyên navçeya Seyîsadiqê ya Silêmanîyê jî duh bi meşekê êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

110 siyasetmedaran name ji NY û gelek aliyan re şand

Duh jî li dijî dagirkeriyê 110 siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnamevan, akademisyen, çalakvanên mafên mirovan û dostên gelê Kurd name ji NY’î, Yekîtiya Ereban, YE, DYA, Serokomarê Iraqê, serokên Parlamento û hikûmeta Başûr re şand.

Nameya hatiye şandin, di heman demê de di înternetê jî hatiye weşandin û ji îmzeyan re hatiye vekirin.

Ji duh heya niha nêzî 500 kesan îmzeya xwe li binê nameyê danîne.

Kurdên krasnodarê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Kurdên herêma Krasnodar a Rûsyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek dan û destnîşan kir ku dewleta Tirk wê di van êrişan de têk biçe.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê gelê Kurd bi ruhê seferberiyê bibe yek, li dijî dijmin têkoşînê mezin bikin.

Back to top button