Adil Osman: Bi pêşengtiya têkoşîna Rêber Apo nasnameyek nû ji bo gelê Kurd çêbû

Nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Osman derbarê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo axifî û got;
“Wek Rêberek, li şûna sîstema modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk bicih kir.
Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê karî nasnameyek nû ji bo Gelê Kurd çêbike.
Ew ne tenê rêberê gelekê ye, rêberê hemû gelane.”

Derbarê derbarê 9’ê cotmehê ango destpêkirina komploya navneteweyî û komploya ku niha bi şêwazê tecrîdê li ser Rêber APO dimeşe nivîskar û çavdêrê siyasî yê başûrê kurdistanê Adil Osman axivî û got:

Li Rojhilata Navîn têkoşîna Gelê Kurd hebû, ji bo vê jî biryara têkbirina wê hatibû dayîn.

Ev têkoşîn jî bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê karî nasnameyek nû ji bo Gelê Kurd çêbike.

Ev yek jî dagirkerên Kurdistanê û sîstema hegemon ya cîhanê tengav kir.”

Siyasetmedarê Başûr Adil Osman: Hêzên kapîtalîst komplo rêxistin kirin

Adil Osman derbarê armanca dagirkeran ya di komployê jî ev nirxandin kir:

“Dixwestin Rêber Apo ji meydana têkoşîna Rojhilata Navîn û Suriyeyê derbixin ji derve.

Ji bo vê jî komploya navnetewî pêkhat, hêzên sîstema kapîtalîst bi hevre komployê birêxistinkirin û Rêber Apo ji Suriyeyê derxistin.

Herî dawî jî dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin.”

Siyasetmedarê Başûr Adil Osman: Rêber Apo rêberê hemû gelane

Adil Osman di dawiya axaftina xwe de behsa tirsa sîstema sermeyadar ya ji Rêber Apo kir û ev tişt anî ziman:

“Rêber Apo di nava hişmendiyek rewşenbîrî de bû, karîbû alternatîfek ji pergala kapîtalîstre pêşkêş bike û fêm bike ku pirsgirêka Kurd çiye.

Di girtîgehê de şoreşek fikrî afirand, ji bo vê jî li şûna sîstema modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk bicih kir.

Ev yek hebûna Rêber Apo di girtîgehê de carek din bihêz kir û bandorek mezin li derve kir.

Ji bo vê, ne tenê rêberê partî û geleke, ew rêberê hemû gelane.”

Gulistan Kiliç: Di şexsê Rêber Ocalan de pêşeroja gelê Kurd tê tecrîdkirin

Back to top button