Kadroyên tenduristiyê: Qutbûna kehrebê bandor li nexweşxaneyan kir

Kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyên Qamşlo diyarkirin ku ji ber qutkirina kehrebê a di encama êrişên Dewleta Tirk a dagirker tenê dikarin nexweşên ku rewşa wan giran pêşwazî bikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ebdullah diyar kir beşên tenduristiyê gelek zêde zirar dîtine û got :

“Ji ber êrişan û qutkirina keherebeyê bandroeke mezin li nexwşxaneyan dibe.

Dibe rewş aloztir bibe û nexweşxane ji xizmetê derkevin û tenê rewşên lezgîn pêşwazî bikin.”

Berpirsê Nexweşxaneya Rihmê ya taybet Dr. Riyad Ferec jî diyar kir, nexweşxane rojane 15 saetan bi kehrebeyê xebatên xwe dida meşandin lê ji ber qutkirina kehrebeyê rewşa nexweşxaneyê zehmet buye.

Rêveberê Nexweşxaneya Dil û Çav Mihemed Kermo jî da zanîn ku rojane bi dehan emeliyatên çav û dil tên kirin lê ji ber tunebûna kehrebeyê dibe ku nexweşxane neçar be hin xizmetên xwe rawestîne.

Back to top button