Koma pêngava boykota malên Tirkî ya Başûrê Kurdistanê: Wê di qonaxa nû ya boykotkirinê de rêzefîlmên Tirkî jî hebin

Koma Pêngava Boykota Malên Tirkî ya li başûrê kurdistanê ragihand ku boykot dewam dike û wê di qonaxa nû ya boykutê de rêzefîlmên Tirkî heye.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û rojhilatê Sûrî, li Başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina malên Tirkî dest pê kir.

Endamê Koma Pêngava Boykota Malên Tirkî Rêbaz Faruq têkildarî pêngava boykotê axivî û got,

Pêngava boykotkirina malên Tirkî dewam dike.

Bêguman bandoreke vê boykotê çêbû û gel jî piştgiriya vê dike.

Em ne li bendê bûn ku ew qasî berfireh bibe, lê asta niha cihê dilxweşiyê ye.

Rêbaz têkildarî şêwazê domandina kampanyayê anî ziman ku wê di qonaxa nû ya boykotê de rêzefîlmên Tirkî jî hebin.

Endamê Koma Boykotê Rêbaz Faruq diyar kir ku broşurên derbarê mijarê de hatin amade kirine û ew ê di demekê nêz de dest pê bikin.

Leave a Reply

Back to top button