Dagirkeriya Tirk li Efrînê çeteyan keçeke Efrînî kuşt

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker, keçeke Kurd li Efrînê Kuşt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, cenazeyên xort û keçekê li devera Meydankê ya Efrînê hat dîtin.

Li gorî agahiyên ji herêmê jî, keça bi navê Nêrgiz Dawûd a 23 salî karmendek di saziyeke sivîl dixebitî û bi eslê xwe ji Meydanekê ye.

Wê demê, ew li ser riya belavkirina muçeyên hevalên xwe bû.

Lê belê herî dawî li Meydankê kuştî hat dîtin.

Nayê zanîn bê çawa û ji aliyê kîjan koma çete ve Nêrgiz hatiye kuştin.

Leave a Reply

Back to top button