Rênas Jiyan: Divê em welatkujiyê nekin

Helbestvan Rênas Jiyan di gotubêja li dar xist de ji ber neheqiya li kurdan dibe ew ji neçarî cih dide êş û azarên ku tên serê kurdan.
Jiyan çûna ji Kurdistanê ber bi welatên biyanî ve jî rexne kir û got: “Ev yek welatkujî ye.”

Helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên kurd di diyarkirina pêşeroja civekî de diyarkerin.

Yek ji wan helbestavan Rênas Jiyan e.

Helbestvan Rênas Jiyan li semta Ofîsa Amedê gotubêj li dar xist û pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kir.

Rênas Jiyan di pirtûka xwe de qala bûyerên hatine serê kurdan û qetilkirina kurdan dike.

Jiyan anî ziman ku ew di pirtûka xwe de qala azadiya raman û derbirînê jî dike û bi helbestan bi lêv kiriye.

Jiyan bal kişand ser çûna kurdan a ji welatê xwe û wiha axivî:

“Mirov ji welatê xwe li ser dilek rehet koç bike, gelo li gorî we di viya de pirsgirêk nîne?

Jixwe serdest vî tiştî dixwazin ku welatê bindestan vala bibe.

Serdest bi zanebûn dixwazin kurd ji welatê xwe derkevin.

Gelo ma di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de jî rewşek wiha tune bû? Yanî di polîtîka îskanê de.

Dewlet bi vê polîtîkayê kurdan asîmîle kir. Xwestin kurdan tune bikin û qir bikin.

Mirov ji çûna mirov ango kesên ji ber sedemên polîtîk diçin derveyî welat fêm dike.

Lê gelek kesên me ji ber xweşiyê diçin, bi taybetî jî diçin welatên Ewropayê. Viya li gorî min tiştek pir çewt e.

Ev têkbirina me bi xwe ye. Heke tu li ser axa welatê xwe bijî û tiştekî jî nekî li gorî min welatparêzekî mezin î.

Lê tu birevî tu bi destê xwe welatê xwe teslîmî dagirkeran dikî. Heke em ji welatê xwe birevin, ev yek welatkujî ye.”

Back to top button