Rewşenbîr û nivîskarên Rojava êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê jî, di salvegera dagirkirina dewleta Tirk ji Serêkaniyê û Girê Spî re bi tundî dagirker şermezar kirin.

Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, li bajarê Qamişlo kom bûn.

Endam li kolanên bajêr meşiyan û banga derketina dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku kurdan ji bîr nekin û wan ji komkujiyan rizgar bikin.

Paşê meşvan gihaştin ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo û daxuyanî bi zimanan Kurdî, Erebî û Ingilîzî xwendin.

Di daxuyaniyê de rewşenbîr û nivîskarên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên domdar ser herêmê şermezar kirin.

Her wiha bang li tevgerên siyasî yên kurd hat kirin ku di zûtirîn dem de hevrêziya kurdî ava bikin da ku bi yekitiya xwe li hember dewleta Tirk bisekinin.

Back to top button