“Cezayê qedexeya hevdîtinê nayê qebûlkirin”

Parêzer Cemal Demîr nerazîbûn nîşanî qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re da û got:
“Ev mijarek nayê qebûlkirin.
Divê desthilatdarî hesasiyeta raya giştî ya Kurdan cidî bibîne.”

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ê nayê girtin.

Tecrîd û qedexeya hevdîtina Abdullah Ocalan ya ligel malbat û parêzeran ev zêdeyî 2 sal in berdewam dike..

Herî dawî 26’ê Nîsanê, 6 meh qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo re dan ..

Parêzer Cemal Demîr li dijî vê yekê bertek nîşan da ..

Cemal Demîr da xuyakirin ku, divê sedema qedexeya hevdîtinê bê eşkerekirin ..

Ev cezayên dîsîplînê çi ne, divê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Ev mijarek nayê qebûlkirin. Divê desthilatdarî hesasiyeta raya giştî ya Kurdan cidî bigire dest.

Ev bûyereke pir cidî ye.”

Demîr an ziman ku ji sala 2020’an û vir ve ti têkiliya fîzîkî bi Rêber Abdullah Ocalan re çênebûye û got:

“Ji wê demê heta niha tu têkiliya fîzîkî û bihîstinê bi Rêber Abdullah Ocalan re çênebûye.

Eşkere ye ku li derveyî hiqûqê rêbazeke giran a êşkenceyê heye.

Tevî ku CPT di sala 2022’yan de serdana Îmraliyê kir ..

Der barê naveroka wê serdanê de daxuyaniyek ji raya giştî re nehat dayîn.

Demir: Divê şert û mercên Rêber Apo ji rayagiştî re were eşkerekirin

Demîr da zanîn ki pir baş tê zanîn ku civaka Kurd li hemberî Abdullah Ocalan xwedî hesasiyet e.

Lewma pêwîste şert û mercên Birêz Ocalan ji raya giştî re bên eşkerekirin.”

“Fikrê Abdullah Ocalaln ji bo sosyalîzmê rêyeke nû ye”

Back to top button