Mezlûm Ebdî: Operasyonên li dijî DAIŞ’ê serkeftî bûn û dê berdewam bikin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê divê Koalîsyona Navdewletî xebatê li herêmên nû hatine rizgarkirin, zêde bike û piştgiriya Rêveberiya Xweser bike.
Ebdî hêvî kir ku rêvebirîya nû ya Amerîkî bibe alîkar ku herêmên rizgarkirî bibe xwedî statu û mafên gelê Kurd û gelên din ên herêmê bi rêka qanûnan biparêze.

Mezlûm Ebdî, destnîşan kir ku operasyonên wan ên dawî li dijî DAIŞ’ê bi encama û serkeftî bûn.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî vê yekê ji dengê Amerîkayê re dibêje û teqeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike.

QSD’ê ji bo tolhildana her du jinên Ereb Hin û Seida û pêşîgirtina li birêxistinbûn û xurtbûna DAIŞê, 4ê Sibatê, li herêma Dêra Zorê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin.

Di encamê de kujerê herdu jinên şoreşger di nav de, 95 çete girtin.

Mezlûm Ebdî: Em dixwazin Amerîka piştgiriya Rêveberiya Xweser bike

Mezlûm Ebdî ji bo bêbanorkirina DAIŞ’ê, bang li Koalîsyona Navnetewî kir ku li herêmên nû hatine rizgarkirin ên jê vekişiyane ,xebatê ji nû ve bike û piştgriyê bide Rêveberiya herêmê.

Ebdî ji rêvebirîya nû ya Amerîkî xwest ku di peyvajoya çareserkirina aloziya Sûrî de roleke erênî bilîze û bibe alîkar ku herêmên rizgarkirî bibe xwedî statu.

Ebdî her wiha ji Washingtonê xwest ku mafên gelê Kurd û gelên din ên herêmê bi rêka qanûnan biparêze.

Mezlûm Ebdî: Em bi hêvî ne rêvberiya nû ya Amerîka pêşî li êrîşên nû bigire

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî hêvî kir ku Serokê Amerîka Joe Biden, şaşitîyên rêveberiyê ku berê hatine kirin werin rastkirin û pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên nû veneke..

Tê zanîn, 6 Cotmeha 2019an Koşka Spî bi rêveberiya Donald Trump ji nişkê de fermana vekişandina Hêzên Amerîkî ji herêmê da, tiştê rê da êrîşên dagirkiriya Tirkiyê li ser Girê Spî û Serê Kaniyê û bû sedema kuştina bi dehan kes û koçkirina bi hezaran.

Back to top button