Gundên Qendîl û herêma Biradostê hatin bombebarankirin

Dagirkeriya Tirkiyê ji bo ketina xwe ya li Garê veşêre, berê balafirên xwe bi Qendîlê ve kir û bi giranî ew bombebaran kir.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker duh di saet derdora 12:00’an, Qendîl û jîngehên wê da ber topan.

Di bombebaranê de, gundên Zergelê, Endzî, Bêyreş li gel Çiyayê Derebî û Bêrmke hatin bombebarankirin.

Li gorî dîmenan, tê xuyakirin ku balafirên dagirkeran piranî jîngehên sivîlan kirine armanc û ji ber bombebaranê, ziyanên mezin gihiştine bax û baxçeyên sivîlan.

Berî wê jî balafirên şer ên dagirkeran herêma Biradostê bombebaran kiribû.

Back to top button