Li Somal…Di êrîşeke esmanî de 15 çeteyên El-Şebab hatin kuştin

Li Somaliyayê di encama êrîşeke asmanî de 15 çeteyên tevgera El-Şebab hatin kuştin.

Radyoya Dengê Artêşê ya fermî diyar kir ku êrîş li nêzî bajarê Cemamî li parêzgeha Cobaya Jêrîn pêk hat û da xuyakirin ku di nava kuştiyan de çend serçeteyên El-Şebab hene.

Ev êrîşa asmanî di encama hevkariya artêşa Somalî bi hevalbendên xwe yên navdewletî de, di çarçoveya şerê li dijî terorê de pêk hat.

Her wiha li gorî agahiyan, di vê operasyonê de 4 çete jî dîl hatin girtin.

Ev bêhtirî 10 salan e Somal, ji ber êrîşên tevgerên terorîst dinale, nexasim tevgera El-Şebab ku sedema bingehîn a têkçûna aramiya li welêt e.

Back to top button