Balafireke bi çek ya dewleta Tirk li Kobanê erebeyeke sivîl bombebaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê roj bi roj zêde dibin.
Balafireke bêmirov ya bi çek a dewleta Tirk li bajarê Kobanê erebeyek sivîl bombebaran kir.
Li aliyekî din dagirkeran navçeya Til Rifetê ku tijî sivîlin jî topbaran kir.

Dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.

Îro balafireke bi çek ya dewleta Tirk a dagirker wesayîtke sivîl ya li pêşiya Meclisa Edaletê ya li taxa Kobanê ya Nû bombebaran kir.

Hat diyar kirin di encama êrişê de sê kes birîndar bûne.

Navên birîndaran wiha ne; Zarokê bi navê Elî Lutfî Mihemed (16), Hevserokê Meclisa Edaletê ya Kobanê Bekir Ceradê (49) û Elî Reşad Misto (19).

Hat gotin kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Kobanê.

Back to top button