Şêniyên Hesekê şehîd Muhîb oxir kir

Îro merasîmên oxirkirina cenazeyên şehîdên operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hebûn.
Li Hesekê, Qamişlo, Tirbespiyê û Tebqayê şêniya 5 şehîdên xwe spartin û soza tohildanê dan.

Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şehîdên operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê bi merasîman hatin oxirkirin.

Li Hesekê ji bo cenazeyê şervanê QSD`ê Ş. Uwês Îbrahîm merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Şêniyên bajêr bi rengekî girseyî Ş. Uwêsli Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê, oxir kir.

Di merasîmê de ji malbata şehîd re sersaxî hate xwestin û teqezî bi hevgirtina pêkhateyan bi QSD`ê re hate kirin.

Li Qamişloyê bi merasîmeke heybet 2 şehîd hatin spartin

Li bajarê Qamişloyê jî ji bo 2 şehîdan yên bi navê Ehmed Yeqûb û Șehîd EbdilSelam Cilûd merasîm pêk hatin.

Endamê Asayîşê Ş. Ehmed di operasyona Xurtkirina ewlehiyê de Ş. EbdilSelam jî duh di êrîşa Balefireke dronê li ser rêya gundê Dugurka yê Girkê Legê de șehîd bibû

Her du şehîd di bin dirûşmeyên bi hezaran welatiyan de bi rengekî bi heybet hatin oxir kirin.

Back to top button