Li Heleb û Kobanê bi hezaran welatiyan careke din daxwaziya rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê xwe kirin.
Şêniyên taxa Şex Meqsûd yê Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîdê meşek lidarxistin.
Bi hezaran welatiyan careke din daxwaziya rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê xwe kirin
Her wiha di meşê de diruşmeyên ji bo piştgiriya QSD’ê jî hatin dayîn.
Meşa ku ji aliyê meclîsa taxê a giştî ve hate li dar xistin li qada Ş. Destîna veguherî mitingê.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê meclîsê Şêx Elî û Velantîna Ebdo axivîn.
Di axaftinan de hate gotin:
Dewleta Tirk di nava bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî de hemû mafê hiqûqî yê Rêber Apo binpê dike