Meclisa Îştar: Tecrîda li dijî Rêber Apo gefeke li ser azadiya jinên Kurd e

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê beşdarî bûna xwe ji pêngava di 10’ê Cotmehê de bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’dan ragihandin.

Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha ye:

”Berxwedana Rêber Apo ku berxwedana me hemû yane, teqez wê serbikeve.

Bi hêza têkoşîna me ya hevpar, Rêber Apo wê bi fîzîkî azad bibe.

Jin a ku yekemîn çîn, zayend û mêtingeriyê ye ku zext lê hatiye kirin îro bi îdiayeke mezin li hemberî pergalên mêrserwer serî hildaye û ev bi saya ked û hewldana mezin a Rêber Apo pêkhatiye.

Di şexsê jinên Kurd de tecrubeya jiyana ku ji mirovan dest pê kir û di nav civakê de belav bû a niha îlhamê dide tevgerên jinan ên li cîhanê.

Ji ber vê em pergala tecrîda li ser Rêber Apo wekî gefeke li ser azadiya jinên Kurd dibînin.

Em careke din îddîaya xwe ya pûçkirina polîtîkayên tecrîd û îzoloasyonê diyar dikin.”

Meclisê bang li jin û gelan kir ku bi biryardarî li dijî vê tecrîda li dijî mirovahiyê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

Çalakiya Mexmûrê ya li dijî tecrîdê bi biryardariyek xurt didome

Back to top button