Li herêma Xersonê rewş aloz e

Ukrayna bi desteka hêzên Rojavayî hewl dide bajarê Xerson ji bin kontrola Rûsyayê derxîne.
Ji ber dorpêç, Rûsya plan dike ku bajêr bi temamî ji sivîlan vala bike.

Di serî şerê Ukraynayê de bêtirî 7 meh derbas bûn.

Her çendî Rûsya pêvajoya derbasbûyî weke serkeftina xwe binav dike jî lê rewşa li qadên şer vê yekê nîşan nade.

Bi taybet jî li herêmên di bin kontrola hêzên Rûs de.

Ev demeke artêşa Ukrynayê ber bi bajarê Xersonê ve pêşde diçe.

Pûtîn beriya demekê ev bajar weke beşek ji xaka welatê xwe ragihandibû.

Xerson ji sivîlan tê valakirin

Lê niha dorpêça hêzên Ukraynayê hişte ku leşkerên Rûs bikevin nava zorê.

Ji ber vê yekê serok-dewlet Pûtîn ferman da ku Xerson bi temamî ji sivîlan were valakirin.

Li gorî wezareta parastinê ya Rûsyayê, rojane 5 hezar kes ji Xersonê têne derxistin.

Kiev jî tişta li Xersonê rû dide weke koçberkirina bidawî zorê pênase kir.

Back to top button