Li dijî hedefgirtina jinan li Minbicê semînerek hat dayîn

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hedvgirtina jinên pêşeng, li bajarê Minbijê semînerek hat dayin.

Semîner bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Jinê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê hat dayin.

Nûnerên Meclîsa Leşkerî ya Jinê,nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşadarî sermînerê bûn.

Di semînerê de gelek axaftin û nîqaş hatin kirin.

Her wiha hate gotin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî pêşengên jin bi armanca şkandina vîna jinê ye..

Ji ber ku jin bingeha civakê ye û hêz û stûna wê.

Herî dawî jî di 15’ê Îlonê de Endama Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar û hevalên wê Nûcan Ocalan û Canda Cûdî hatin hedefgritin.

Êrîşên bi vî rengî nayên qebûl kirin, divê hesab ji dagikeriyê were xwestin.

Back to top button