Dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe, mixtarê gundekî Girê Spî digel jimareke ciwanên eşîra El-Meşhûr revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe duh girtin ser gundekî Girê Spî û jimareke endamên eşîreya El-Meşhûr revand.
Ji yên hatine revandin, Mistefa Ehmed El-Mistefa û bavê wî Ebdulhekîm Mistefa ne.
Li Girê Spî revandina sivîlan ji aliyê çeteyan ve her heye û li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê, di hefteyên derbasbûyî de, 3 kes ji eşîra Meşhûr, 4 ji eşîra El-Henada û 7 kes ji ya El-Fedian li gundê El-Ziyadiyê ya navçeya Silûk hatine revandin.