Li bajarê Minbicê mayînek ji bermahiya çeteyên DAIŞ’ê di wesayîta karkeran de teqiya.
Di encamê de, 2 kes mrin û 17 jî birîndar bûn.
Nûçegihanên me ji Minbicê ragihand ku li gundê Yalanlî yê li rojavayê bajar, teqînek çêbû.
Dema ku şêniyan zeytûn berhev dikir, teqîn pêk hat.
Di encamê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûn.
Birîndar li Nexweşxaneya Berkel a Mibicê tên dermankirin.
Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran giran e.
Li gorî nûçegihanê me, teqîn ji ber bermahiyeke şer a çeteyên DAIŞ’ê ya li nava zeviyeke zeytûnê bicih kirî pêk hatiye.