Çalaliya girtiyan di roja 15. De ye

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja 15’an de bi berxwedaniyeke mezin didome.
Ji çalakvanên girtî Metîn Uyar peyamek şand û got: “Eger pêwist bike ku em di vê oxirê de canê xwe feda bikin, em ê wî canî jî bidin.”

Di çarçoveya pêngava “Ji rêber Apo re azadî ji pirskirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî dewamin.

Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn.

Çalakî di roja 15’an de didome.

Girtiyê siyasî Metîn Uyar li girtîgehê peyama domandina çalakiyê da

Ji girtiyên siyasî Metîn Uyar ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.

Uyar peyamek bi raya giştî re parve kir û got:

“Welatê me, Rêberê me, partiya me û jiyana me yên me ne. Em bi van serbilind in û baweriya me heye ku em ê bi ser kevin. Çalakiya me ya greva birçîbûnê, deynekî wefayê ye. Her kesê ji xwe re dibêje mirov, her kesên xwe weke welatparêz pênase dikin divê vî deynê xwe bidin.”

Girtiyê di greva birçîbûnê de: Pêwist bike em ê canê xwe jî bidin

Uyar di dewamiyê de balkişand ser têkoşîna ku bi salane tê meşandin û ev tişt anî ziman:

“Gelê me, gelekî birûmet e û bi sala ye têkoşîneke mezin dide. Em jî hewl didin tişta dikeve ser milê me bi awayeke fedaî pêk bînin. Eger hewceke bike ku em di vê oxirê de canê xwe feda bikin, em ê wî canî jî bidin.”

Uyar destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û daxwaz kir ku her kes berpirsyartiya xwe bi cih bîne.

Nejbîr Sêrt: Xwedî li berxwedana girtiyan derkevin

Back to top button