Amerîka: Siyaseta me ji bo S-400 a li gel Tirkiyê nayê guhartin

Weke dupatkirina domandina hevkariya xwe bi QSD’ê re, Amerîka ji Tirkiyê re teqez kir, ew ê siyaseta xwe der barê S-400 de neguherînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price da xuyakirin ku siyaseta Waşintonê der barê pêşniyara Tirkiyê ya “xebitandina nedomdar a pergala S-400” de, nayê guhartin.

Ned Price da zanîn ku S-400 digel çekên NAYO’ê naguncin û li dijî ewlehiya wê ya teknelojî, gef û metirsî ye.

Li gorî Price, tê payîn têkildarî vê mijarê, Wezîrê Derve Anthony Blinken di rojên bê de digel hempîşeyê xwe yê Tirkî Mevlüt Çavuşoğlu peywendiyê bike.

Hikûmeta Erdogan ji Amrîkayê re pêşniyar kiribû ku ew amade ne dest ji S-400 berdin, eger Waşington piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk/QSD bi temamî rawestîne.

Back to top button