Li seranserî Kurdistanê 4’ê Nîsanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Her wiha li seranserî Kudistanê gelê Kurd dar çandin û bi şahiyan 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.

Li wargeha penaberan a Mexmûrê Mihrîcana 14’an a Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê, duh derengiya şevê li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, bi bernameyek taybet û coşekî mezin bi dawî bû.

Mihrîcana ku tevahî rojê dewamkir, tevî germahiyê jî bi coşek mezin rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Di nava bernameyê de xelatên xwendevan û dibistanên di pêşbirkên çand û hunerî de bibûn yekemîn, hatin dayîn.

Herî dawî jî pêşbirka govendê ya dibistanên wargehê çêbû.

Bi pêşengtiya RJAK û Tevgera Azadî duh bi boneya salvegera 73’an ji dayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan, li gundê Qazanqaye ya girêdayî navçeya Qeredaxê 73 şitlên daran hatin çandin.

Di çalakiyê de li ser navê beşdarvanan Endama RJAK’ê Sara Reza daxuyanî da û da zanîn ku gelê Kurd 4 Nîsanê wek nûbûna xwezayê pênase dike.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin a li Îzmîrê, di çarçoveya çalakiya xwe de îro serdana HDP a Îzmîrê kirin û rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pîroz kirin.

Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz axivî û rojbûna 73’an a Rêber Abdûllah Ocalan pîroz kir û xwest ku ji bo aştî pêk were deriyê Îmraliyê were vekirin.

Back to top button