Emerîka gelek deverên Tevgera Talibanê li Avganistanê kirin hedef û 27 Talibanî kuştin.
Ajansa Xama ya Avganî ragihand ku hêzên Emerîkî êrîşine asmanî li deverên Dî Yak, Qerebax û Esfendî li derdora bajarê Xeznayê pêk anîn.
Di encama van êrîşan de, herî kêm 27 endamên Tevgera Talibanê hatin kuştin.
Destpêka vê mehê, serokê Emerîkayê Trump danûstandinên di navbera wan û Talibanê de rawestandin.
Piştî vê daxuyaniyê, Talibanê teqez kir ku ew ê êrîşên xwe li dijî hêzên Emerîkî li Avgansitanê giran bike.