Çavdêriya Sûrî: 38 çete û 23 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Di nava 24 seatan de, bêhtirî 462 êrîşên asmanî û bejahî li Idlib û derdora wê pêk hatin.
Di encamê de 72 kes hatin kuştin.
Rejîmê jî gundekî Idlibê bi dest xist.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gel bombebarankirina balafirên Rûsî, rejîmê deverên el-Tuh- Til Şîh, Um Tîna û Ferca li gundewarê Idlibê yê başûr-rojhilatî kirin armanc.

Her wiha, li ser erdê jî şerekî giran navbera herdu aliyan de rû da.

Li gorî Çavdêriyê, 38 çete û 23 leşkerên rejîmê hatin kuştin û bi dehan birîndar çêbûn, rewşa gelekan jî pir dijwar e.

Şerê li Sûriyê
“Rejîmê 3 dever li gundewarê Idlibê kontrol kirin”

Her wiha, rejîm karîbû bi pêş bikeve û deverên bi navê Xerîba û Rebîia kontrol bike.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Sputnikê jî ragihand ku piştî şerekî dijwar navbera rejîm û çeteyên bi navê “Ecnad el-Qoqaz û Cebhet el-Nusra”, rejîma Sûrî gundê Um Celal li gundewarê Idlibê yê başûr-rojhilatî kontrol kir.

Leave a Reply

Back to top button