Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana koçberên kampa Waşokanî kir

Di çarçoveya şopandina rewşa koçberan de, şandeyek ji rayedarên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê serdan Kampa Waşokanî kir. Hevseroka Meclisa Rêveber a Cizîrê Nezîra Gewriyê da zanîn ku ewê hejmara konan zêde bikin. Her weha Nezîra Gewriyê bang li hemû rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku alîkariya koçberan bikin.

Di çavçoveya şopandina rewşa koçberan de, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê serdana Kampa Waşokanî ya li rojavayê Hesekê kir.

Şande, ji şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Dîlber Yûsiv, hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û Talet Yûnis, şêwirmendê kampên herêma Cizîrê Rojhat Elî û cîgirê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê Mehmûd Giro pêk dihat.

Li Kampê Rêveberiya komîteya şopandinê ya kantona Hesekê Macîda Emîn û rêveberê Kampa Waşokanî Xalid Xilo pêşwaziya şandeyê kir.

Şandeya ku li nava koçberan geriyayî li nava kampê geriyan û li daxwazên wan guhdar kir.

Her weha şandeyê serdana dibistana li kampê jî kir û li rewşa xwendekaran pirsî.

Nezîra Gewriyê: Em hejmara konan zêde bikin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê dest nîşan kir ku bi giştî rewşa kampê baş û arame, lê hin mijar hene divê li ser were seknandin.

Nezîra Gewriyê diyar kir ku ewê xebateke zêde bikin da ku kêmasiyên heyî tabyet di zivistanê de derbas bikin.

Nezîra da zanîn ku ew ê hejmara konan li Kampa Waşokanî zêde bikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê bang li hemû rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku destekê bidin koçberan.

Back to top button