Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk hat berdan

Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku zêdeyî 6 sal bûn di çarçoveya qirkirina siyasî de hatibû girtin, duh hat berdan. Aysel Tûglûk zêdeyî 6 sal bûn girtî bû û tevî ku rewşa tenduristiya wê xirab jî bû lê nedihat berdan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana Aysel Tûglûk kir.

Parêzer, parlementer û alîkara berê ya Hevserokên Giştî yê HDP’ê Aysel Tugluk, 28’ê Kanûna 2016’an di encama tevgera qirkirina siyasî de weke bi hezaran siyasetmedarên Kurd hat girtin.

10 sal cezayê zindanê lê hatibû birîn..

Siyasetmedara Kurd zêdeyî 6 sal bûn di nava şertên giran de dihat girtin.

Du salên dawiyê jî rewşa wê ya tendirûstiyê pir giran bû.

Tevî raporên doktoran û gelek bangan jî lê daraza dewleta Tirk a ku di bin fermana rejima Erdogan de ye Aysel Tûglûk bernedida.

Saziya Tiba Edlî têkildarê siyasetmedara Kurd a ku nexweşa demansê ye rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabû ev yek ji aliyê dadgeriya înfazê ve hat erêkirin.

Piştî biryara dadgeriyê Aysel Tûglûk duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Kandirayê a bajarê Kocaelîyê derket.

Li ber girtîgehê malbata Aysel Tûglûkê, parêzerên wê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlementerên (HDP) Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, Bûrcê Çelîk û gelek kesên din ew pêşwazî kirin.

Pervîn Bûldan serdana Aysel Tûglûk kir

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan-HDK’ê Cengîz Çîçek li bajarê Stenbolê serdana Aysel Tûglûk kirin.

Bûldan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ji serdanê wêneyek parve kir û got: “Me serdana Aysel Tûglûk a hêja kir. Em hêvîdarin wê tavilê bigihîje selametiya xwe.”

Back to top button