Xebatên rêveberiya sivîl a demokratîk li Tebqayê

Hevseroka meclisa rêveber a rêveberiya sivîl a herêma tebqayê Hind El-Elî diyar kir piştî 5 salan ya avakirina rêveberiya sivîl li tebqayê, rêveberî di hemû aliyan de xebatên girîng dimeşîne. Hint dibêje ”Jinên herêma Tebqayê di hemû waran de, gavên mezin avêtine.”

10’ê Gulana 2017’an , QSD herêma Tebqa û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Piştî wê 27’ê Cotmeha 2017’an de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hat avakirin.

Piştî 5 salan ji avakirina Rêveberiya Sivîl li herêma Tebqayê, gavên mezin hatin avêtin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê Hind El-Elî di vê derbarê de axivî û diyar kir ku di nava 5 salan de Rêveberiya Sivîl gelek projeye pêşkêşî gelê herêma Tebqayê kir.

”Rêveberî ji bo vejandina civakê kar û xebat dimeşîne”

Hind da zanîn ku avabûna Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ji bo vejandina civakê ya di warê çandî, civakî û jîngehparêzî de kar û xebatê dimeşîne û got:

Bi avakirina Rêveberiya Sivîl re gelek komîte, komîn û meclîs hatin avakirin da ku ji hemû aliyan ve xizmeta gelê herêmê bikin.

Li ser karên ku di pênc salên borî de pêk hatine Hind El-Elî wiha bi lêv kir:

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kirbû pêvajoya perwerdeyê bi temamî hatibû rawestandin.

Rêveberiyê bi nûkirina dibistanan û vekirina peymangehan de, giranî da ser aliyê perwerdeyê.

”Jinên Tebqayê bi bername û çalakiyan gavên mezin avêtin”

Hind diyar kir ku Koordînasyona Jinê di Meclisa Rêveber de erk girt ser xwe û got: Jinên herêma Tebqayê bi bername û çalakiyên ku me di van 5 salan de li dar xistine, gavên mezin avêtine.

Piştî damezrandina Rêveberiya Sivîl, girîng li ser rola ciwanan de hate kirin.”

Em soz didin şehîdan ku emê riya wan bişopînin heta ku hemû axa me were rizgarkirin.

Back to top button