Sewsen Şoman: Gerîla xeta parastinê ya gelên Rojhilata Navîn temsîl dike

Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj ên li hember Kurdan berdin. Çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê Sewsen Şoman jî dibêje gerîla nûnertîya xeta parastinê ya gelên Rojhilata Navîn dike.

Bertekên li dijî bikarnîna çekên kîmyewî bi destê dagirkeriya Tirk li dijî hêzên gerîla, didomin.

Çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê û berdevka ‘Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ Sewsen Şoman derbarê bi kar anîna çekên kimyawî axivî.

Sewsen Şoman da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got:

Em bi navê Înisiyatîfa Nûn van êrişên qirkirinê şermezar dikin.

Ev êriş binpêkirineke eşkere ya mirovahiyê ye.

Gerîla xeta parastinê ya gelên Rojhilata Navîn temsîl dike.

Sewsen diyar kir ku ev êriş rewşa dewleta Tirk û pirsgirêkên ku di nav de maye, eşkere dike û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk polîtîkaya tunekirina azadiyan dimeşîne û her kesê ku banga azadiya xwe û ya gelê xwe dike, wan digire.

Tevî gelek belge û bangên rêxistinên sivîl jî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bê deng dimîne.

Tevî êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk ku tê de hemû çekên giran, pêşketî û çekên kîmyewî bi kar tîne jî, lê wî nekarî armanca xwe ya tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk bîne.

Dayîkên Aştiyê ên Efrînê: Em piştgiriya berxwedana gerîla dikin

Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê piştgiriya xwe ji berxwedana dîrokî ya gerîlayan re ya li dijî dewleta Tirk anîn ziman.

Dayikan anîn ziman ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li dijî zarokên wan yên li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne û gotin:

Em Dayikên Aştiyê piştgiriya berxwedana dîrokî ya hêzên xwe yên li çiyayê Kurdistanê dikin ku li hember faşîsta Tirk û alîgirên wê didin meşandin.

Back to top button