Ciwanên Çil Axa tevlî seferberiya giştî li dijî dagirkeriya Tirk bûn

Ciwanên navçeya Çil Axa li dijî siyaseta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk li ser başurê Kurdistanê daketin qadan.

Bi sedan Ciwanên şoreşger û Jinên Ciwan yên navçeya Çil axa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser başurê Kurdistanê meşek li darxistin.

Meş ji dewarê şehîd Masûm dest pêkir û li qada geracê veguherî mîtîngê.

Di mîtingê de axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Ciwanên şoreşger ragihand ku ji bo derxistina degirkeriyê ji axa Kurdistanê, ew tevlî seferberiya giştî ya li dijî dagirkeriya Tirk dibin.

Di dawiyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li dijî dagirkeriyê yek dest bin.

Back to top button