Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li civîna xwe ya bi hiqûqnasan re gotin, doza girtina partiya wan siyasî ye û ew dixwazin pêvajoya dozê bi hemû hêzên demokrasiyê re bimeşînin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê doza girtinê partiyê, li Stenbolê bi hiqûqnasan re civînek li dar xist.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û diyar kir ku doza girtina partiyan di mijara demokratîkbûna Tirkiyê de derbên giranin.
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku wê sodê doz girtinê ji demokrasiya Tirkiyê re tune be û got, ev dozeke siyasî ye, lê di hêla hiqûqî de gelek tişt dikarin bên kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî axivî û anî ziman ku hemû operasyonên ku li dijî HDP’ê tên meşandin ne hiqûqî ne.
Mîthat Sancar got:
“Ev doz tenê li HDP’ê nehatiye vekirin. Ev doz li hêviya aştî û azadiyê hatiye vekirin.
Em dixwazin pêvajoya dozê bi hemû hêzên demokrasiyê re bimeşînin.”