Li Sinunê ya Şengalê çekdarên PDK’ê êrişî ciwanan kir birîndar hene

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê û hevkariya PDK’ê, ciwanên Êzidî ber bi baregeha çekdarên Heyder Şeşo ya girêdayî PDK’ê ve meşiyan.

Duh dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov gundê Behrava yê Şengalê wesayitek kir hedef û di encamê de 2 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn.

Ji bo şermezakirina van êrişan ku bi alîkariya PDK’ê li Şengalê tên kirin, bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û TAJÊ’ê meşek hate Ii darixistin.

Meş ji çerxeriya Mam Zekî ya Sinunê destpê kir û hata ber navenda hêzên Heyder Şeşo yên girêdayî PDK’ê dewam kir.

Piştî ku meş giha navenda hêzên Heyder Şaşo, ciwanan bi keviran çûn ser navendê û agir berdanê.

Çekdarên Heyder Şaşo yên girêdayî PDK’ê jî bi guleyan êrişî ciwanan kir.

Di encama êrişa çekdarên Heyder Şeşo de çend ciwan birîndar bûn.

Bi mudexeleya dayîkan û Asayîşa Êzidxanê ev pevçûn sekinîn.

Back to top button