Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û Kobanê ji bo bîranîna şehîdên meha Tebaxê merasîmên bi heybet li dar xist.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên Minbicê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got:

“Ew giyanê ku di stûyê me de emanet e û ev rê, ev şoreş û ev welat bi xwîna wan şehîdan hat avdan.”

Piştre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

​​​​​​​Şêniyên kobanê 134 şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên kantona kobanê li Goristana Şehîd Dîcle kom bûn û 134 şehîdên meha Tebaxê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr bînin.

Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Îsa axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tola binkeftina xwe li çiyayên Kurdistanê û binkeftina planên wê li herêmê, bi rêya komkujiyan hilîne lê ew nizane ku ew nikare vîna gelên herêmê têk bibe.

Di dawiya merasîmê de, beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxist.

Back to top button