
Li Kabûl paytexta Efxanistanê, di encama 2 teqînan de, 2 kes hatin kuştin.
Kenala “Ariana News” ya Efxanî ragihand ku vê sibehê li Kabûla paytext 2 teqîn bi 2 erebeyên bombebarkirî, rû dan.
Li gorî Kenalê, teqîna yekem di seat 08:00an de û ya duyemîn jî piştî teqîna destpêkê bi 15 deqayan çêbû û di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bû.
Heta niha, ti aliyî ev teqîn negirtine ser xwe.