Li bejahiya Sûriyê…21 çeteyên DAIŞ’ê bi balafirên ûsî hatin kuştin

Li bejahiya Sûriyê balafirên Rûsî careke din êrîşên xwe li dijî DAIŞ’ê pêk anîn û vê dawiyê 21 çete kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di 24 saetên dawî de, balafirên Rûsî li dijî şaneyên DAIŞ’ê 130 êrîş li bejahiya sêgoşeya Heleb, Hums, Reqa û Dêra Zorê pêk anîn.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşan de, 21 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Ji Adara 2019’an û heta niha, hezar û 323 leşkerên hikûmeta Şamê û komên bi ser Îranê ve, her wiha 754 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Back to top button