DÎWANA EDALETÊ YA EWROPAYÊ: ARGUMANÊN QEDEXEYA PKK’Ê KÊM DÎT

Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê diyar kir ku biryara YE ya ku di navbera salên 2014-2017’an de PKK xistibû nava ‘lîsteya rêxistinên terorê’ xwe naspêre delîlên zêde û got;

Rewşa nû ya li Rojhilata Navîn jî, li ber çavan nehatiye girtin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) her 6 mehan carekê ‘lîsteya rêxistinên terorê’ nû dike.

YE herî dawîn jî PKK xistibû vê lîsteyê.

Di dozê de ya li hemberî vê biryarê de hate diyarkirin ku delîlên ku tên pêşkêşkirin Dadgeha Giştî ya Dîwana Edaletê diyar kir delîlên ku tên pêşkêşkirin, ne zêde xurt in û têra xwe li ser wan nehatiye sekinandin.

Dadgehê diyar kir ku hin bûyer û çalakî ji bo qedexekirinê wekî hincet hatine nîşandan.

Lê ev delîl ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ji nav nirxandineke hiqûqî nehatiye derbaskirin.

Di biryarê de bal hate kişandin ser rewşa PKK’ê ya li Rojhilata Navîn û tê diyarkirin ku sûcdariyên ku tên kirin rê li ber delîlên xurt venakin.

Leave a Reply

Back to top button