Bavê Hakan Arslan: Amed hemû bi ser min de hilweşiya

Alî Riza Arslan ê ku hestiyên kurê xwe Hakan Arslan di nava kîsekê de girtibû dibêje:
“Ez ne li benda tiştekê wiha bûm.
Wê gavê Amed hemû bi ser min de hilweşiya.
Lê ez çi bikim, kes nîn e ku dengê min bibîhîze.”

Ciwanekî Kurd sala 2016’an bi guleya leşkerên Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd dibe..

Dewletê piştî 7 salan Hestiyên Hakan Arslan di nava kîsekekê de radestê bavê wî kiribûn ..

Bertekên li hemberî vê nêzîkatiyê mezintir dibin.

Bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan ji ANF’ê re axivî..

Arslan dibêje :

“Piştî ewqas dem rayedarek ê hestiyên kurê min di nava kîsekê plastîk de radestê min kir.

Ez ne li benda tiştekê wiha bûm.

Amed bi serê min de hilweşiya..

Kurê min ê ku ger bijiya wê niha 28 salî bûya..

Di nava tûrekekî de radestê min kirin.

Min hingê bi zorê bi xwe girt.

Nayê bîra min ku ez çawa çûm Erziromê jî.

Çi bibêjim, ez hilweşiyam lê tu kes dengê me nabihîze, gotin bi ber min nakeve ku ez bibêjim.”

Back to top button