Li Pekînê Wezîrên Karên Derve yên Çîn û Rûsyayê civiyan

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavor bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wang Yi re civiya.
Di civîna li paytexta Çînê Pekînê pêk hat de, îşaret bi hevkariya xurt ya navbera herdu welatan hate kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi serdaneke fermî berê xwe da Çînê.

Ev serdan hemwextî salvegera serxwebûna Çînê ya 74 salî pêk hat.

Lavrov li Pekînê bi hempîşeyê xwe Wang Yi re civiya.

Lavrov keyfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û îşaret bi hevkariya dostane ya navbera herdu welatan de kir.

Her wiha wî anî ziman ku di nava demek kin de, wê Serokê Rûsya Vladimir Putin jî serdana Komara Gel a Çînê bike û bi hempîşeyê xwe Xi Jinping re bicive.

Wezîrê Rûsî diyar kir ku wê di hevdîtina lîderan de, îşaret bi peymanên xurtkirina têkliyên navbera herdû welatan de were kirin.

Li Çînê, Foruma Navneteweyî ya Kember û Rê ya Sêyemîn wê were lidarxistin.

Rûsya girîngiyek mezin dide vê forumê.

Ji xwe wê yekê ku nêzî 150 delegasyon ji welat û rêxistinên cuda dê tê de beşdar bibin.

Girîngiya vê projeyê û perspektîfên wê yên pir baş radixe ber çavan.

Kêfxweş im ku îro derfeta min heye ku bi we re rojeva navneteweyî û mijarên din ên ku em dixwazin ji bo civîna serokên xwe amade bikin gotûbêj bikim.

Back to top button