HPG: Li Zapê leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin

HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Zapê çalakî li dar xistine û di encamê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û tevgera dagirkeriyê de daxuyanî da..

Li gorî vê;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

3’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê dan.

Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Li ser êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG got:

Artêşa Tirk 6 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Back to top button