Li kampa Girê Spî navendek karantînayê hat vekirin

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Kampa Girê Spî navendeke karantînayê li kampê vekir.

Li gel bilindbûna rewşên pêketina vîrûsa Coronayê girtina tedbîran jî dewam dike.

Rêveberiya Kampa Girê Spî di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Coronayê de, navendeke karantînayê li kampê vekir.

Rêveberiya kampê bi rêxistina IRC re peymanek îmze kir ku pêdiviyên karantînayê yên pêwîst pêşwazî bike.

Endamê Rêveberiya Kampa Girê Spî Çawîş Hesen anî ziman ku vekirina navenda karantînayê wê karê wan hêsan bike.

Di kampa Girê Spî de 3 hezar û 530 koçberên Girê Spî û gundewarên wê bi cih bûne..

Ev koçber piştî dagikirina Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve ji warên xwe derketin û li kampan bi cih bûn.

Back to top button