“Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd seferberiya qirkirinê daye destpêkirin”

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs diyar kir li dijî êrişên ser gelê kurd wan seferberiya yekitiya neteweyî îlan kiriye û got:“Heke Rojava dest biçe, wê başûr jî ji dest biçe, deskeftiyên Rojhilat jî pêve girêdayî ne. Dem dema xwedîderketina li Rojavayê ye”

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs êrişên li ser herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin.

Ehmed Karamûs anî ziman ku dewleta tirk ji bo deskeftiyên gelê kurd ji holê rake, hebûn û nebûna xwe xistiye holê û got: “Ji bo ku 70’ê mîlyon kurd negihijin heq û hiqûqa xwe êrîş dike.”

Karamûs bi lêv kir ku ev êrîş bi hevkariya her çar dewletên dagirker pêk tê û wiha got:

“Dewleta tirk li dijî gelê kurd seferberiya qirkirinê daye destpêkirin.

Ev êrîş ne tenê li dijî hêzekî, rêxistinekî û yan jî partiyekî ye.

Ev êrîş li dijî deskeftiyên gelê kurde.”

“Heke Rojava dest biçe destkeftiyên Başûr û Rojhilat jî dest biçin”

Di dewamê de Ehmed Karamûs îşaret bi bêdengiya hin aliyên siyasî yên Kurd kir û got: “Ew kesê ku pêvajoyê wisa nexwîne û bi hestiyarî tevnegere bê şik wê dîrok wan efû neke.

Heke Hikûmeta başûrê Kurdistanê, PDK van êrîşan li dijî xwe nebîne, di nav xefletê de ye.

Heke Rojava dest biçe wê başûr jî dest biçe, Rojhilat jî dikeve xeteriyê.”

Ahmet Karamûs: Me seferberiya yekitiya netewî îlan kir

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir ku wan seferberiya yekitiya neteweyî îlan kiriye û ev bang li gelê Kurd kir: “Dem dema xwedîderketina li Rojavayê ye.

Em bi bawer in ku wê daxwaziya ji bo azadiyê bi ser bikeve.

Ji bo mîsogerkirina Kurdistanê, ji xeynî berxwedanê tu çare nemaye.”

Back to top button