MXDŞ: Em ti biryarên bêyî îradeya Xelkê Şengalê qebûl nakin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê têkildarî nîqaşên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku li ser Şengalê tên kirin daxuyaniyek da.
MXDŞ’ê ragihad ku wan berdêlên giranbiha dane, lewra ti biryarên li ser Şengalê bêyî nêrîna xelkê Şengalê were girtin qebûl nakin.

Ev demeke bêyî ku nêrîna Xelkê Şengalê esas bigirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser mijarên ewlekarî û rêveberiya Şengalê nîqaş tên kirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê têkildarî Mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

MXDŞ’ê diyar kir ku PDK civaka Êzîdî bi DAIŞ’ê re rû bi rû hîşt reviya û hikûmeta Iraqê jî erka xwe pêk neanî û bû sedema komkujî li ser civaka me pêk bê.

MXDŞ’ê dazanîn ku hin aliyan xwestin bi destê DAIŞ’ê civaka Êzîdî ji holê rakin, lê Civaka Êzidî xwe kir hêz, îrade û berxwedanî kir.

Civaka Êzidî berdêlên mezin dan û pêşiya dijmin girt. Di encamê de plana ku dijmin danî pêşiya xwe bi ser neket.

MXDŞ’ê destnîşan kir ku îro PDK û Hikûmeta Iraqê dixwazin wek berê dîsa vê civakê têxin bin destên xwe û li gor xwe rêvebibin û got:

“Lê divê baş bizanibin civaka Êzîdî ya Şengalê ne civaka berê ye û ne jî dem dema berêye.

Lê em dibêjin me di şerê li dijî DAIŞ’ê de berdêlên giranbiha dane.

Heya me kariye em gelê xwe bikin xwedî îrade û li ser axa xwe li Şengalê bijîn.

Lewre em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ti lihevkirinên li ser Şengalê ku em ne di nav de bin, qebûl nakin.”

Back to top button