Netewyên Yekbûyî ji bo qedexeya şandina çekan banga rêzgirtinê ji biryarên navdewletî re kir.
Nûnera Netewyên Yekbûyî ji bo Lîbyayê, Stephanie Williams, ragihand ku hikûmeta Wîfaqê ya Lîbî li gorî biryara agirbestê tevnagere.
Williams banga agirbestê li aliyên Lîbî kir û ji bo qedexeya şandina çekan jî banga li rêzgirtinê ji biryarên navdewletî re kir.
Sîsî: Em ê li dijî çete û aliyên piştgiriya wan dikin, rabin
Serokê Misirê Ebdulfeth El-Sîsî ji aliyê xwe ve îro diyar ku aramiya li Lîbyayê bi ewlehiya netewî ya Mirisî ve girêdayî ye.
Sîsî teqez kir ku ew li hember çete û aliyên piştgirya wan dikin, wê hemû derfetên xwe bi kar bînin.